Wezîrê Karên Derve yê Îranê wê were Tirkîyeyê
Hat daxuyandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Abdullahîyan ji bo meseleyên li Xezzeyê gotubej bikin wê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.
Sermizakerevan û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Bakirî Kenî, daxuyand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Abdullahîyan wê roja Çarşembê Tirkîyeyê zîyaret bike.
Emîr Abdullahîyan, îro ji bona ku rewşa însanî ya li Xezzeyê gotubej bike çû Dohaya paytexta Qeterê.
Emîr Abdullahîyan rojekî berê jî bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Îbnî Ferxan, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve Şêx Muhammed Îbnî Abdurrehman Al Sanî re rewşa dawîn a li Fîlîstînê gotubej kiribû. (ÎLKHA)