• DOLAR 32.995
  • EURO 35.801
  • ALTIN 2529.046
  • ...
Evîndarên Qudsê di nimêja Serê Sibehê de ji bo Fîlîstînê dua kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya “Duakirina Di Nimêja Serê Sibehê De” yê ku HUDA PAR îlan kiribû bênavber didome.

Her roj di camîyekî de ji bo Fîlîstînê bernameya duayê tê lidarxistin, beşdarîya Dîyarbekirîyan jî bênavber berdewam dike.

Li alîyekî li Kayapinarê konekî hatîye vekirin û ew kon 24 seat vekirîye, li alîyekî jî her roj di camîyekî de di dema nimêja serê sibehê ji bo Fîlîstînê dua tê kirin.

Bernameya ku îro hat kirin di Camîya Muhammedîyeyê ya navçeya Rezana Dîyarbekirê de hat lidarxistin.

Dîyarbekirîyan bi azanê nimêja serê sibehê kirin, dûre jî ji bo birayên xwe yên Fîlîstînê nimêja cenaze ya xîyabî eda kirin.

Piştî nimêjê dest hatin vekirin û dûa hatin kirin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir