Ji baregeha Emrîqayê îşxalker a li Iraqê re êrîş hat lidarxistin
Li wîlayeta Enbara Iraqê, ji baregeha Leşkerî ya Eyn el-Esad ku hêzên Emrîqayê di nav de ne re bi balafirên bêînsanî êrîş hatin lidarxistin.
Ev baregeha ku tim û tim dûçarê êrîşê dibe, di nîvê şevê de li dijî wî cardin êrîşek hat lidarxistin.
Ji ev êrîşa ku ji baregehê re hat lidarxistin re Berxwedana Îslamî ya li Iraqê xwedî derket.
Di êrîşê de, birîndarbûn, xesar an jî mirin nehatin diyarkirin. (ÎLKHA)