Hejmara şehîdan derket 8 hezar û 5 kesan
Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşên siyonistên îşxalker û terorîst de şehîd bûn derket 8 hezar û 5 kesan.
Artêşa qaşo ya îşxal û terorê hêj Şerîda Xazzeyê bomberan dike û qetlîam û hovîtîya xwe didomîne.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin hejmara kesên ku di êrîşên siyonistên îşxalker û terorîst de şehîd bûn derket 8 hezar û 5 kesan ku ji van şehîdan 3 hezar û 342 şehîd zarok in.(ÎLKHA)