• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Polîsan êrîşî xwepêşandana "Piştgiriya Filistînê" ya li Hambûrgê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Polîsan li Elmanyayê êrîşî çalakgerên ku dixwestin piştgiriyê bidin Filistînê kirin.

Bi sedan kes li bajarê Hamburgê li Steindammê li hev civiyan û êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst li ser Xezzeyê protesto kirin.

Li ser banga "Muslim Interaktiv" a çalakiyê, bi sedan kes hatin cem hev û êrîşên li ser Xezzeyê protesto kirin.

Xwepêşanderan daxwaz ji rejîma siyonîst kirin ku êrişên xwe yên ser Xezzeyê bi dawî bîne, dorpêçê rake, agirbesta bilez ragihîne û rê bide gihandina tam a keresteyên alîkariyên mirovî bo Xezzeyê.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Li Xezzeyê komkujî heye", "Dawî li îşxalê bînin" û "Agirbest êdî" hatin hilgirtin.

Piştî axaftinan polîsan bi gaza bîberê êrîşî mirovan kir ku xwestin bi komên biçûk belav bibin.

Tewra polîsan bû sedema bertekan. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir