• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Em ji rayedarên hikûmetê yên li Tirkîyê re vê yekê dibêjin. Çi karê Amerîka û îsraîlê li vê derê heye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonistên îşxalker doh êvarî ji behr, bejahî û asîmanê êrîşên xwe yên hovane zêde kirin. Di encama  êrîşên hovane yên ku hatin kirin de bi sedan Filistînîyên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn şehîd bûn.

Bi êrîşên hovane Misliman li çar alîyên welêt daketin meydanan û êrîşên siyonistan telîn kirin.

Li Enqereyê jî di pêşîvantîya HUDA PARê de Misliman li ber balyozxaneya Amerîkaya îşxalker civîyan û daxuyanîyek hat dayîn.

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê li ber Balyozxaneya Amerîkaya îşxalker got ku divê îdarevanên Mislimanan gavên dîtbar bavêjin û got “Em mecbrûn in li çar alîyê erdnigarîya Îslamê zextan li hikûmetên xwe bikin da ku di vî warî de hinek gavan bavêjin. Naxwe ev mesele bi meseleya Filistînê sînordar nîne. Ev mesele ne meseleya Ereb û Cihîyan e. Ev 75 sal ku em wisa xapandin. Gotin ku “Ev yek meseleya Ereb û îsraîlê ne.”

Emîroglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  ev micadele êdî bi civîn û daxuyanîyan divê neyê domandin û wiha got:Civîna me rêbazeke micadeleyê ye. Mîtîng, daxuyanî û li hev kom bûn tev baş in. Lê belê divê êdî em gaveke ji van mezintir bavêjin. Em ji rayedarên hikûmetê yên li Tirkîyê re vê yekê dibêjin. Çi karê Amerîka û îsraîlê li vê derê heye? Divê em încîrlîkû  Kurecîkê bidin girtin. Hekena ew ê sibe dusibe em ê bi van tiştan re rûbirû bimînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir