Artêşa Îranê dest bi tetbîqatê kir
Fernamdarîya Hêzên Bejayî ya Komarîya Îslamî ya Îranê, li wîlayeta Îsfahanê dest bi tetbîqatê kir.
Hat destnîşankirin ku ew ê tetbîqeta ku bi navê “Îqtîdar 1402” hat kirin wê 2 roj bidome.
Ji tetbîqetê re fuze, top, hewa, pîyade, daxistina hewayê, herba elektronîkî û yekîneyên herb a modern jî beşdarî bûn.
Ji tetbîqeta ku li herêma Nasrabada Îsfahanê hat lidarxistin re, ji 200î zêdetir helîkopterên neqlîye û êrîşî jî beşdarî dibin. (ÎLKHA)