Derîyê Sînor a Refahê qismen hat vekirin
Derîyê Sînor a Refahê ya Xazzeya ku di bin dorpêça rejîma teror û îşxalê de ye qismen hat vekirin.
Alîkarîyên însanî derbasî xazzeyê bûn…
Karwana alîkarîyê ya însanî ya ku li ber derîyê sînor a refahê disekinî ji fezayê hatin dîtin.
Ji bo derbasbûna tirên alîarîyê yên însanî derbasî alîyê Xazzeyê bibin Derîyê Sînor a Refahê hat vekirin.
Piştî vekirina derîyê sînor tirên alîkarîyê yên Neteweyên Yekbûyî derbasî Xazzeyê bûn.
Serokatîya Ofîsa Medyayê ya Hamasê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û got “Karwana alîkarîyê ya însanî ya ku tê hêvîkirin derbasî Xazzeyê bibe ji 20 tiran pêk tê û di nav de derman, amûrên tibbî û hinek xurek hene.”(ÎLKHA)