• DOLAR 32.288
  • EURO 34.689
  • ALTIN 2413.833
  • ...
“Ger îro me li Xazzeyê xwedî derneyên ew ê sibe ew bombe bi ser zarokên me de werin barandin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya doh êvarî ya li ber Ceylan Karavîlê bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlaweta Quranê Endamê Lijneya Giştî yê HUDA PARê Mahmud Emînoglu axavtinek kir.

Emînoglu di axavtina xwe de destnîşan kir di nav civakê de hinek kes û derdor Xazzeyê û wan kesên ku li Xazzeyê xwedî derdikevin rexne dikin ku di pey van parvekirin û propagandayan de siyonist hene û di nav planên îstîqbalê yên siyonistan de Tirkîye jî di hedefê de ye.

Emînoglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir qetlîam û hovîtîya ku ji teref îşxalkeran ve tê kirin bênavber berdewam dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îşxalker sûcên ku berî niha di tarîxê de nehatine kirin dikin, nexweşxaneyan bombe dikin. li vê dinyayê Şerê Duyem a Cîhanê pêk hat. Lê belê di wê herbê de nexweşxane nehatin bomberankirin. Lê belê Xazzeyê nexweşxane, mekteb, dêr, camî û hema çi hebe ji teref siyonistên îşxalker ve tên bombebarankirin. Amerîka di vê pêvajoyê de radibe û desteka xwe ji îşxalkeran re îlan dike.”

“Xala hevpar a Tirkperest û Kurdperestan koletîya ji siyonistan re ye”

Emînoglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir xala hevpar a Tirkperest û Kurdperestan koletîya ji siyonistan re ye û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir “ Li Xazze û Qudsê zarok û pîrek tên qetilkirin. Lê belê digel van qetlîam û zilmên ku tên kirin koleyên siyonistan ên di nav me de ji bo serê xelqê tevlîhev bikin li ser medyaya civakî û televîzyonan dibêjin ‘ma çi ji me Xazze, Quds û Filistînê, serê me bi wan naêşe.’ Dema ku em li fikra wan dinêrin hinek ji wan xwe wek Tirkperest û hinek ji wan jî xwe wek Kurdperest bi nav dikin. Xala hevpar a Tirkperest û Kurdperestan koletîya ji siyonistan re ye.”

Piştî axavtina Emînoglu, Xazîyê Mavî Marmarayê Mehmet Alî Zeybek jî axavtinek kir û got ku kesên ku li hember Xazze û Filistînê xwedî derneyê ew ê ji xwîna ku diherike dê mesûl be.

Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir