• DOLAR 32.223
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2475.694
  • ...
Di êrîşên rejîma siyonîst de 5 hezar û 500 avahî li Xezeyê bi temametî hilweşiyan.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Seroka Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê Selame Maruf derbarê zirarên ku ji ber êrîşên rejima îşxalker a siyonîst derketine de agahî da.

Maruf diyar kir ku di êrîşan de 5 hezar û 500 avahî ku ji 14 hezar û 200 xanî pêk tên bi temamî hilweşiyane.

Maruf, da zanîn ku 62 avahiyên giştî û 133 hezar û 370 xanî qismen zirar dîtine û destnîşan kir ku ji van 10 hezar û 127 avahî nikarin bên bikaranîn.

Her wiha hat ragihandin ku di êrîşan de 160 dibistan xisar dîtine û ji wan 19 dibistan ji xizmetê derketine. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir