Weqfa Evîndarên Pêxember li Edenê ji bo Filistînê dê mîtîng tertîp bike
Hat ragihandin Weqfa Evîndarên Pêxember li Edenê ji bo Filistînê dê mîtîng tertîp bike.
![Weqfa Evîndarên Pêxember li Edenê ji bo Filistînê dê mîtîng tertîp bike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/sxjYGJMwmxAHkUOE4kRta-wJu6c=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/42/weqfa-evindaren-pexember-li-edene-ji-bo-filistine-de-miting-tertip-bike-fdeb3566.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Derbarê mijarê de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, ew ê ji teref temsîlkarîya wan a Edenê ve ji bo bal bê kişandin li ser hovîtî û wehşeta rejîma teror û îşxalê dê li Edenê mîtîngek bê lidarxistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew ê mîtîng sibe di seat 13.00an de li kêleka Mizgefta Navendî bê tertîpkirin.
Temamê xelqê hat vexwandin mîtîngê.(ÎLKHA)