• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Bi deh hezaran mirov li Êlihê ji bo Xezzeyê meşîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di meşa ku li Êlihê hat lidarxistin de bi deh hezaran mirov beşdarî bûn û tev bi hev re meşîyan.

“Meşa ku bi şîara “Êlih Ji Bo Xezzeyê Dimeşe” li ber Parqa Êlihê dest pê kir”

Welatîyên ku alên Flîstînê û Tewhîdê bar dikirin tim û tim tekbîran dianîtin, dem bi dem siloganên wek “Emrîqa qehr bibe”, “îsraîlê qatîl ji Fîlîstînê derkeve”, “Silav ji Hamasê re bila berxwedan dewam bike”, “Ji bo zaliman bijî cehennem” dihatin avêtin.

Meşa ku bi siloganên sîyonîstan dihatin lenetkirin, heta Ceddeya Gulîstanê berdewam kir.

Meşa protestoyê bi daxuyanîya çapemenîyê berdewam kir. Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku wek mîtîngê hat lidarxistin de xwepêşandanan siloganên ku bila artêş bila biçe Qudsê û bila hikumet jî wezîfeya xwe bike avêtin û ala rejîma terorê jî şewitandin.

Di daxuyanîya çapemenîyê de Qurana Pîroz hat xwendin û dua hat kirin.

Serokê Şûbeya Êlihê yê Egîtîm-Bîr-Senê Şeyhmus Onlu bi navê sazîyên civakî ya sîvîl daxuyanîyê xwend, wî di daxuyanîyê de îfade kir ku ev bu 10 roj zêdetir e dinya ji xerakirin û komkujîyekî dîrokî re dibe şahid.

“Divê bi îsraîlê re hemû minasebetên dîplomatîkî bên qutkirin”

Onlu destnîşan kir ku li Xezzeyê li ber çavên hemû kesan qetlîam tênê kirin û dûre weha got, “Bedenên zarokan û bebikan yên ku hatine parçekirin dilê me diêşîne. Hemû dinya ji nasnekirina hiqûqê û nezanîbûna heddê sîyonîstan re bêdeng dimîne. Ev bêdengê êdî wek dîyarîyekî ye ku ji wan sîyonîstan re tê dayîn û roj bi roj dibe sebeb ku pileya ev şîddetê zêde bibe. Divê bi îsraîlê re hemû minasebetên dîplomatîkî bên qutkirin. Divê dîplomatên wan bên dersînorkirin, sîyonîstên ku qatilên bebikan in divê li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de bên darizandin. Ji dewleta Fîlîstînê re ji bona ku xwe biparêze divê alîkarîya leşkerî bê kirin.”

Dûre jî Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek axavtinek kir û wî bang kir ku divê Misilmanan û serokên welatên Îslamî xwedî li Mescîdî Eqsa û birayên xwe yên Fîlîstînî derkevin.

“Van axan ji sîyonîstan paqij bikin”

Şîmşek bang li serokên welatên ku xelkê wan Misilmanin kir û weha got:

“Ey serokên dewletên Îslamî; Xwedê we rezîl kirîye û ger ku hûn ewakî berdewam bikin wê we zêdetir rezîl bike. Hûn hêj li bêvîya çi ne? Hûnê kengî pêşîya xelkê xwe vebikin? Van Misilmanan dixwazin ku biçin hewara birayên xwe. Em dibêjin ku êdî bes e. Pêşîya xelkê vekin. Van axan ji sîyonîstan paqij bikin. Temsîlkarîyên dijminên me bigrin û berê wan bidin, wan ji nav me derxin.

Hela ca lê binhêrin ew çi tînin li ser serê birayên me. Hemû neyarên me bûne yek. Birayên me ji birçîbûnîyê, ji tîbûnê û bêdermanîyê dimirin. Li ser serê wan bombe tê barandin. Ey serokên dewletên Îslamê heyf û yazix ji we re. Hûn hêj nikarin perîkî nan jî bidin birayên xwe. Hûn hêj nikarin dilopekî avê bighêjînin birayên xwe. Heyf ji we re.”

Bername bi duakirina endamê ÎTTÎHADUL ULEMA Mela Alî Altun Xoce ve bidawî bû. (ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir