• DOLAR 32.516
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2437.623
  • ...
Rejîma terorê li Xezzeyê li mizgeftek dinê jî xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma siyonîst bênavber li Xezzeyê dixe.

Wezareta Karên Navxweyî ya Xezzeyê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa qaşo rejîma îşxalker a siyonîst mizgeftekî li herêma Cibaliye ku li bakurê Xezzeyê ye kirin hedef.

Hat diyarkirin ku Mizgefta El-Omerî ya hedef hatiye girtin bi temamî hilweşîyaye.

Di daxuyaniyê de der barê ku di êrîşê de şehîd an birîndar hene de, ti agahî nehatin bidestxistin.

Seroka Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê Selame Marûf doh gotibû, "Îsraîl 10 mizgeft hilweşandin û bi dehan mizgeft û îbadetxaneyan jî zirar dîtin. Di nav wan de 7 mizgeft û dêrên dîrokî hene.". (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir