Ji baregehên Emrîqaya îşxalker a ku li Iraqê ne re bi balafirên bêmirov êrîş hat kirin
Fermandehiya Navendî ya Emrîqayê (CENTCOM) ragihand ku li Iraqê 3 firokeyên bêmirov li dijî baregehên Emrîqayê yên li Iraqê hatine kirin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera CENTCOMê hat dayîn de hat gotin ku "Artêşa Emrîqayê di 24 saetên dawîn da li Iraqê li hemberî 3 balefirên bêfirokevan li nêzî hêzên Emrîqayê û hêzên koalîsyonê parastin."
Hat destnîşankirin ku di encamaêrîşekî de "Hêzên koalîsyonê sivik birîndar bûn."
Baregeha Leşkerî ya Eyn Esed, ku leşkerên Amerîkî tê de ne, li wîlayeta Enbarê li rojavayê Iraqê; Li bajarokê Herîr ku bi qasî 70 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Hewlêrê ye, baregeheke koalîsyona bi pêşengiya Emrîqayê heye. (ÎLKHA)