• DOLAR 32.387
  • EURO 34.747
  • ALTIN 2399.238
  • ...
Piştî qetlîama Baptist li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 3 hezar û 478an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker a siyonîst piştî jenosîda doh a li dijî Nexweşxaneya Baptist a El-Ehlî ku di encamê de herî kêm 500 kes şehîd bûn, bombebaranên xwe didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê hejmara şehîdên ku piştî êrîşên rejîma dagirker bi dest xistine eşkere kir. Li gorî vê yekê ji 7'ê Cotmehê û vir ve di komkujiya li dijî Xezeyê de 3 hezar û 478 kes şehîd bûne û zêdeyî 12 hezar kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve hat tomarkirin ku di êrîşên li Şerîeya Rojava de herî kêm 62 kes şehîd bûne û 1300 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir