• DOLAR 32.386
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2396.395
  • ...
Piştî êrîşa li nexweşxaneya li Xezzeyê wê 3 roj şîn bê îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cîgira Serokê Koma AK Partiyê Ozlem Zengîn ragihand ku ji ber êrîşa nexweşxaneya li Xezzeyê ku 500 kesan canê xwe ji dest dabûn dê 3 rojan şîna neteweyî bê ragihandin.

Zengîn di Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de axivî û diyar kir ku bombekirina nexweşxaneyê di serî de hiqûqa şer ne li gorî ti qanûnê ye û got:

“Em dikarin piştî bûyerên pir bi êş ên ku me jiyan kirine şîna neteweyî ragihînin. Niha xebat berdewam in. Îro bi biryarnameya Serokomariyê 3 roj şîna neteweyî tê ragihandin. Ez bawer im ku hemû aliyên siyasî yên di Lijneya Giştî de wê ji vê yekê kêfxweş bibin. Bi dîtina min ev girîng e ku em wek TBMM li gel hemû hêmanên Pergala Hikûmeta Serokomariyê, bi taybetî Serokomarê me vê mijarê di kîjan astê de fam bikin. Ez difikirim ku dê îro dema ku Lijneya Giştî berdewam bike dê bi dawî bibe. Em jî li vir biryara Serokomariyê parve dikin” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir