• DOLAR 32.34
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2384.553
  • ...
Biden rejîma siyonîstî diparêze: Aliyê din êrîş pêk anî, we nekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Emrqayê Joe Biden serdana Telavîvê kir û piştgiriya xwe ji rejîma terorîstî ya siyonîst re ragihand.

Biden ji teref Benjamin Netanyahu, serokwezîrê îdiakirî yê rejîma îşxalker a siyonîst û Yitzak Herzog, serokkomarê navbirî ve hat pêşwazîkirin.

Netanyahu spasiya Biden kir ji ber piştgiriya bê şert û merc a Emerîqayê ji rejîma îşxalker re dike.

Biden weha got: "Ez dixwazim xwe nîşan bidim ku em wek Emrîqayê bi we re ne. Dema hûn bersivê bidin Hamasê em ê lazimîyên we bi cih bînin. Divê neyê jibîrkirin ku Hamas nûnertiya tevahiya gelê Filistînê nake. Tê dîtin, aliyê din êrîş pêk aniye, we nekirîye. Lê gelek kes bi guman in.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir