• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Li Diyarbekirê ji bo şehîdên Filistînê nimêja cenazeyê ya xiyabî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Operasyona Tofana Eqsayê di roja xwe ya şeşemîn de berdewam dike û li seranserê cîhanê çalakiyên ji bo piştgiriya operasyonê tên lidarxistin.

Weqfa Evîndarên Pêxember li Qada Şêx Seîd a Herêma Sur a Dîyarbekirê bernameya piştgiriyê li dar xist.

Endamê Lijneya Rêveber a ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Ramzî Uçar nimêja eşayê kir.

Di bernameyê de tekbîr û slogan hatin gotin û piştî nimêjê Serokê Weqfa Ozgur-Derê ya Şaxa Diyarbekirê Murat Koç axaftinek kir.

Koç xêrhatina serkeftina mucahidan kir û weha got: "Hewldana roja şemiyê ya ji bo ketina dilê rejîma siyonîst di demeke neçaverêkirî de me hemûyan serbilind kir û em gelek şad kirin. Em ji ber van karên serketinê ji Rebbê xwe re hemd dikin. Birayên me bi hesreta vê micadeleya xwe didomînin. Roja ku Quds û bi giştî Filistîn azad bibe û em ê hemû bi hev re li Qudsê dua bikin.

Hinek kes meraq dikin çima Hamas niha êrîş kir, ew dem bû an na? Em bibînin ku yên pirsê dikin ew in ku pêşî dijminatiya Îslamê dikin û pişt re jî li ser navê Îslamê li ber xwe didin. Ji ber ku ev ne cara ewil e ku êrîşî Xezzeyê tê kirin. Ev ne cara yekê ye ku Hamas li Filistînê şerê rêjîma siyonîst dike û dema em li sala derbasbûyî dinêrin, bi hezaran misilman li Filistînê şehîd dibin.

Mescîda Eqsayê û nirxên bingehîn ên dînê me her ku diçe tênê wêrankirin û li wê derê îbadet qedexe ye. Ji Mislimanan re tê astengkirin ku derbasî Eqsayê bibin. Li gel van hemûyan jî dipirsin çima Hamas wekî ku li Filistînê aramî heye êrîşî Xezzeyê dike. Hamas ji bo îmhakirina îsraîlê û rizgarkirina Qudsê êrîş dike.”

“Çavê mucahîdan li alîkarîya ji Dîyarbekirê, ji Amedê ji Tirkiyeyê ji wan re biçe ye”

"Hinek kes dibêjin li cihên din dorpêçî û êrîş hene, çima hûn heman bertek nîşan nadin? Em li pişt hemû gelên bindest ên ku heta îro edaletê diparêzin radiwestin. Mizgeft ji me re dûr e, ku di nav axa Ereban de ye, an jî niştecihên wê bi zimanekî din diaxivin, nayê wê wateyê ku em wan ji holê rakin an jî wan bêparastin bikin. Ev deynê hemû misilmanan e.”

Xezzeya ku îro di bin dagirkeriyê de ye mixabin tijî mirî, şehîd, birîndar û Gazî heye. Mixabin sîyonîstên qatil kesên ku mafên mezlûman diparêzin bombe baran kir. Lê yên ku vê yekê dikin, wê ti carî vê komkujiyê li ser serê xwe nekin. Vê yekê bi hêza ku ji bêçaretî, belkî jî tirsonek û bêdengiya misilmanan distînin dikin. Îro dema ku Amerîka, Îngiltere û Almanya hemû piştgirîya îsraîl a îşxalker dikin, Misilman tu carî nikarin gelê Filistînê bi tenê bihêlin. Mucahidîn li Dîyarbekirê, li Amedê, li Tirkiyeyê ji bo piştgiriya ku ji wir tê digerin. Piştgiriya me wê wek fuzeyekî li zaliman bixin û bi îzna Xwedê em ê siyonîzmê têk bibin.”

“Ev operasyon dema ku diviyabû bibûya pêk hat.”

Serokê Yekîtiya Mamûr-Senê Ramazan Tekdemir li Diyarbekirê axaftinek kir û gazinên xwe yên ji xemsariya serokên welatên îslamî anî ziman.

"Şikir ji Xwedê re ku ew dîwana ku dibêje, 'Gelek civakên biçûk bi izna Xwedê elaleteke mezin bi ser ketin' nîşan dide. Tofana Eqsayê helbet li ser esasên dadperwerî, rewa, hiqûqî û însanî ye, qêrînek e, bertek e, di wextê rast de çêbûye. Hikûmetên welatên Îslamî wek kevirekî di mejiyê siyonîzmê de xirap bûne. welatên cîhanê bi temamî xwedî helwesteke duyemîn in.”

"Em niha li vê qadê ne û em nûnertiya misilmanan dikin"

Serokê HUDA PARê yê Diyarbekirê Vedat Tûrgût axaftinek kir û di destpêkê de li dijî biryara ku li Amedê Festîvala Çanda Sur tê lidarxistin nerazîbûn nîşan da û xwest mihrîcan bê betalkirin.

"Em niha li Meydana Şêx Seîd in, tevî rêberên tirsonek ku dibêjin 'em bêalî ne, em navbeynkar in'. Em li ser navê Kurd, Tirk, Ereb û Zazayan dibêjin ku em alîgirê heqîqetê ne. Weke kafiran jî êdî bûne yek milet, hemû dewletên qure, Amerîka, Îngilîstan û Fransa jî di nav de piştgirîya îsraîlê dikin û dibêjin em yek in.”

Vedat Tûrgût di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yên ku Hz. Zekerîya û Hz. Yehya şehîd kirine ev cihû ne, yên ku di rojekê de 100 pêxember şehîd kirine û hewl dane ku Hz. Muhammed bikujînin ev cihûyî ne.”

Bombeyên ku li Xezzeyê dikevin û fuzeyên ku xaniyan xera dikin ew ê ummetê bike yek.”

Tûrgût weha axavtina xwe domand, "Ger mucahidîn dest bi vê berxwedanê nekiriba, wê pêşî Quds û dûre axa mayî wêran bibûna. îsraîl ji qewetê fehm dike. Divê îsraîl bitirse, mirin têkeve wê. Bi îzna Xwedê bombeyên ku li Xezzeyê dikevin û fuzeyên ku malan wêran dikin ew ê ummetê li dijî cihûyan bike yek û îsraîl û ji yên ku dibêjin ew hevalbend in. Peymanên di navbera xwe de hene biqedînin.”

Turgut weha axavtina xwe dawî kir: “Eger hûn şer nakin û dronên ku we ji Qerebaxê re şîyandîye ji wan re naşînin jî bi kêmanî rûnin û şînê bigirin.”

Bername bi xwendina duayê ji aliyê Endamê Lijneya Rêveber a Yekîtiya Alimên Remzî Uçar ve bi dawî bû. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir