• DOLAR 34.472
  • EURO 36.366
  • ALTIN 2863.382
  • ...
Yapicioglu û Erbakan bi rojeva Fîlîstînê civîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê ku di çarçoveya li dijî qetlîamên ku li Fîlîstînê tênê kirin “hereketkirina hevpar” de partîyên sîyasî digere, wî piştî Temel Karamollaoglu û Ahmet Davutoglu Fatîh Erbakan jî zîyaret kir.

Herdu serok jî di meqama Erbakan de hatin cem hev û ji çapemenîyê re daxuyanîyekî hevpar lidarxistin.

Yapicioglu di daxuyanîyê de weha got, “Mesele meselaya Fîlîstîn û zilma ku li wê derê tê jîyankirin e. Misilmanên li wê derê ji roja 1917an heta îro ku hatîye îşxalkirin di bin zilmeke mezin da ne. Di van 4-5 rojên dawîn de êrîş gelek zêde bûne. Zilm qatqatî bûye. Em jî bi fikra ‘Emê li hember vêya dikaribin çi bikin, heger em dengê xwe bikin yek wê dengê me zêdetir derkeve û zêdetir ji birayên me re xêra me bighêje.’ Hatine cem hev. Bi îzna Xwedê em ê ji vê pê ve jî ji bona birayên xwe em bi hevre dikarbin çi bikin wê dîsa bikin û di vî warî de jî em mitabiq bûn. Bila Rebbê min dawîya wî bi xêr bike.”

Erbakan j di daxuyanîya çapemenîyê de axivî û îfade kir ku ew ê beşdarî mîtînga roja Yekşemê jî bibin û destekê bidin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir