Qassam ji sîyonîstên îşxalker ên li Eşkelonê re hişyarî da: Beriya saet 17.00an ji wir derkevin
Berdevkê Tûgayên Qassam Ebû Ubeyde ji ber qetlîamên li Xezeyê hişyarî da rûniştevanên siyonîst ên li bajarê Eşkelona îşxalbûyî.
Berdevkê Tûgayên Qassam Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe de hişyarî da niştecihên îşxalker ên li bajarê Eşqelonê ku beriya saet 17.00an ji bajêr derkevin li hember êrîşên rejîma îşxalker ên li ser sivîlan li Xezzeyê.
Ji aliyeke din ve Tûgayên Qassam ragehandin ku wan li hember armanc kirina welatiyên sivîl bi mûşekan Tel Avîv û Firokexaneya Ben Gurion bombebaran kirin. (ÎLKHA)