• DOLAR 32.251
  • EURO 34.684
  • ALTIN 2398.166
  • ...
Rejîma îşxalker deriyê sînor ê Refahê bombe dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Deriyê Sînor ê Refahê ku di navbera Misir û Xezzeyê de derbasgehên sivîlan dike, ji aliyê balafirên rejîma îşxalker ve hate bombekirin.

Piştî bomberdûmanê Misirê ragihand ku ji bo demeke nediyar derbasbûna ji deriyê xwe rawestandiye.

Rejîma îşxalker a siyonîst ji bo berfirehkirina dorpêça li Xezzeyê, li rayedarên Misrê tehdît kiribû ku dê derîyê sînorê bigrin û rê li derbasbûna rêwiyan û heta kamyonên Filistînî bigirin.

Çapemeniya rejîma îşxalker Misirê tehdît kir û diyar kir ku siyonîst her wesayiteke ku alîkariyê digihîne Xezzeyê wê ji xwe re bike hedef. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir