• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli: Em ji micadeleya birayên xwe yên Fîlîstînî re destekê didin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, derheqê rojeva hindir û derveyê welat de nirxandina partîya xwe ya rojevê di Mesclîsê de bi civîna çapemenîyê parve kir.

Felaketa erdhejê ya li Efxenistanê

Ramanli ji axavtina xwe re bi erdheja li Efxenistanê dest pê kir û bal kişand ku li wîlayeta Heratê di 7ê Cotmehê de li pey hev erdhejan pêk hatin û di wan erdhejan de jî ji 2 hezarî zêdetir mirov wefat kirin, bi hezaran mirov birîndar bûn û gelek xanî jî xera bûn.

Ramanli di axavtina xwe de weha got, “Hikumeta Efxenistanê, ji bo erdhejzedeyan banga alîkarîyê kiribû û diyar kiribû ku lazimatîya wan ji derman û xwarinê re heye. Pêşî ez dixwazim weha ji axavtina xwe re dest pê bikim. Xwedê rehma xwe li birayên me yên ku wefat kirine bike, em ji xelkê bira yê Efxenistanê re şîna xwe dişînin. Bi tevî welatên Îslamê û Rêxistina Hevkarîya Îslamê divê hemû civaka navneteweyî û sazîyên alîkarîyê ji bo erdhejzedeyan bi lezgînî dest bi xebatê bikin.”

Ramanli derheqê makeqanûna nû de jî axivî û got ev makeqanûna ku di rewacê de ye makeqanûna derbeya leşkerîyê ye, ji ber vê yekê divê makeqanûneke nû ya sîvîl û adîl bê çêkirin û di bingeha wê makeqanûnê de jî pêşî însanîyet û edalet hebe.

Operasyona Tofana Eqsayê û êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê

Ramanli derheqê operayona Tofana Eqsayê û êrîşên rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê de jî axivî û weha got:

“Di vê pêvajoya ku pîrozîya Mescîdî Eqsa tê îxlalkirin, Fîlîstînî dûçarê êrîşên wehşîyane dibin, yên ku sax dimînin jî tênê êsîrgirtin û her roja ku diçe ev îşxal berfireh dibe de wan mirovên ku qîrîna xelkê Fîlîstînê nabihîzin û cesedên ku hatine parçekirin nabînin, lê dema ku Fîlîstînîyan dest bi berxwedanê kirin îro mecbûr man ku çavên xwe vekirin.”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Ev hereketa ku birayên me yên Misilman yên Fîlîstînî sîyonîstan kirine nav aczîyetê, maskeyên sextekar yên dirûyan jî yek bi yek xistîye xwarê. Yên ku ji qetlîamên sîyonîst yên qatilê zarokan re dengên xwe dernedixistin ji nişkav ve bûne temsîlkarên aştîyê. Micadeleya bi rejîma sîyonîst a ku hiqûqa navneteweyî nas nake bi heq û meşrû ye. Rejîma sîyonîst a ku li herêmê wek vîrûsê belav dibe divê bi lezgînî ji axên îşxalkirî derkeve derve. Di vê çarçoveyê de em ji micadeleya birayên xwe yên Fîlîstînî yên ku Mescîdî Eqsayê diparêzin û axên ku hatine îşxalkirî xelas dikin re destekê didin. Wan kesên ku ji ev rejîma terorê ya ku zarok, jin û sîvîlan cuda nake û di orta kolanan de wan dikuje û bi ti mueyyîdan re jî rûbirû nabe re dengê xwe dernaxin, reşkirina wan yên Fîlîstînîyên ku axên xwe û pîrozîyên xwe ji îşxalkeran diparêzin û dibêjin ew sîvîlan dikujin, ji ber çavan nayê windabûn. Daxuyaniyên şermezarker ên welatên herêmê û daxuyaniyên wan ên bi mebesta xurtkirina destê siyonîzmê a li hemberî berxwedanê, nayê qebûlkirin. Tişta ku îro diqewime encama polîtîkaya qirkirina sîstematîk a bi salan e tê meşandin e. Her kes, sazî û dewleta ku alîgirê aşitî û aramiyê ye bi taybetî Rêxistina Hevkariya Îslamî û welatên Îslamî divê bi rawestana li kêleka berxwedana Filistînê li hember îşxalkerên siyonîst helwestek zelal nîşan bidin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir