HUDA PAR li ber konsolosxaneya rejîma îşxalker xwepêşandanek li dar dixe
HUDA PAR ji bo şermezarkirina rejima îşxalker wê li Stenbolê li ber konsolosxaneya bi navê rejîma siyonîst a îşxalker xwepêşandanekê li dar bixe.
Li gor nûçeya HUDA PARê, wê xwenîşandana îro saet 17:30 li ber avahiya Konsolxaneya rejîma siyonîst li Stenbolê were lidarxistin.
Ev xwepêşandan dê ji bo piştgirîkirina operasyona Tofana Eqsayê û şermezarkirina rejîma îşxalker a siyonîst were lidarxistin.
(ÎLKHA)