• DOLAR 32.299
  • EURO 34.981
  • ALTIN 2398.073
  • ...
Kurd ji bo Filistînê daketin meydanan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Operasyona bi navê Tofana Eqsayê ya ku doh ji teref Tugayên Îzzedîn El Qassam ve li dijî siyonistên îşxalker hatibû destpêkirin berdewam dike.

Li gorî agahîyên ku ji teref HAMASê ve hatine belavkirin di çarçoveya operasyonê de darbeyeke giran li şebekeya terorê hat xistin û heta niha herî kêm 300 îşxalker hatin kuştin û zêdetirî 1500 îşxalker jî birîndar bûn.

Piştî operasyona Tofana Eqsayê ji alema Îslamê peyamên destekê hatin dayîn û gelê milsiman daketin kolanan.

Destekek jî ji teref Kurdên misliman ve hat dayîn

Li Riha, Diyarbekir, Mêrdîn û Êlihê Kurd daketin kolanan û destek dan berxwedana Filistînê.

Diyarbekirîyên ku daketin kolanan  li Parqa Daristanê li hev civîyan û desteka xwe anîn zimên.

Diyarbekirîyên ku hest û ramanên xwe anîn zimên gotin ku ew ji siyonistan telîn bikin û destekê bidin gelê Filistînê û berxwedanê hatine vê derê.  Em bi xwîn û cana xwe bi berxwedana Filistînê re ne. Bi îzna Xwedê ew ê zafer ê mislimanan be.

Li Êlihê jî bi hezaran kes bi bangewazîya ku ji teref HUDA PARê ve hat kirin li navenda bajêr civîyan.

Girseya ku ji bo Filistînê kom bû bênavber tekbîran anîn û şebekeya terorê ya îşxalker telîn kirin.

Êlihîyên ku li navenda bajêr kom bûn gotin ku ew ê her tim destekê bidin Filistîn û berxwedana Filistînê.

Di bernameya ku hat lidarxistin de nivîskar û lêkolîner Mahmûd Kilinç derbarê berxwedana Filistînê de axavtinek kir.

Li Mêrdînê jî sazîyên sîwîl daketin kolanan û ji bo berxwedan û berxwedêran dua kirin.

Mêrdînîyên ku li navenda bajêr civîyan destekên xwe anîn zimên û gotin ku ew ê her tim destekê bidin berxwedana Filistînê.

Berdevkê Platforma STKyên Mêrdînê Necmeddîn Başboga xîtabî girse û qalabalixa ku kom bûye kir û got:

“Em hatin vê derê da ku cehd û soza xwe nû bikin. Dîsa em li vê derê civîyan da ku em ji bo xuşk û birayên xwe yên Filistînî dia bikin û ji ber zafera mewcûd ji Rebbê xwe re şukur bikin. Em ê her tim li dijî zilmê rabin û destekê bidin Filistînîyan bi izna xwedê.”

Rihayî jî doh êvarî ji bo Filistînê civîyan.

Rihayîyên ku daketin kolanan  destnîşan kirin ew ji bo desteka xwe ji bo Filistîn û berxwedana Filistînê destnîşan bikin daketine kolanan û li hev civîyane.

Rihayiyan destnîşan kirin ew ji bo serkeftina Filistinîyan dua dikin û zilma îşxalkeran qebûl nakin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir