• DOLAR 32.265
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2446.021
  • ...
Ji HUDA PARê peyama 6-8ê cotmehê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref navenda giştî ya  HUDA PARê ve ji ber salvegera qetlîama 6-8ê cotmehê peyamek hat belavkirin.

Di peyama ku ji teref navenda giştî ya  HUDA PARê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin PKK û alîgirên wê di wê rojê de qetlîam û wehşeteke mezin kirin û bal hat kişandin li ser êrîşên ku li însanên mutedeyyîn nexasim jî li endamên partîyê hatin kirin.

Di daxuyanîya partîyê de weha hat gotin, “Ew qetlîama 6-8ê cotmehê di bin talîmat û fermana hêzên tarî yên kûrewî de hat kirin. Di vê qetlîamê de hewl hat dayîn terza jiyana îslamî û nexasim jî kurdên dîndar bi temametî ji holê bê rakirin û îmhakirin. Bi heman awayî ew qetlîama ku hat kirin tezahura wê zihniyetê ye ku ew li cihê ku lê zeîf e dibe ‘hawarîyê demokrasî û aştîyê’ lê cihê ku lê bi qewet e ji xwe pêve kesî nas nake.”

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin qetlîam di bin ferman û talîmatên hêzên tarî yên kûrewî de hat kirin û hat destnîşankirin xwîna şehîdan wan êrîşên ku li nasnameya Îslamî ya gel hat kirin da sekinandin.

“Kesên ku vê qetlîamê plan kirin, ew baronên Qendîlê yên ku her tim xwînê dirjînin û ew siyasetmedarên qaşo yên ku xelqê derxistin kolanan û ew meqam û rayedarên ku ji qetlîamê re bêdeng man tev şirîkê vê qetlîamê ne. Qetlîama 6-8ê cotmehê bi talîmata hêzên tarî yên kûrewî û bi hevkarîya wan kes û rêxistinên herêmî û neteweyî hat kirin. Wê rojê gelê kurd ê dîndar di navbera du agiran de ma ku ev yek wê tarîtîya salên 90î ronî dike.”

Di dawîya peyamê de HUDA PARê wan kesên ku di qetlîama 6-8ê cotmehê de şehîd bûn bi rehmet yad kirin û wan kesên qatil û wan kesên ku bûn sedema vê qetlîamê jî tel’în kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir