• DOLAR 32.286
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2412.789
  • ...
Rejîma sîyonîst êrîşî malekî kir: 2 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji mirovên bûyerê dîtine ve hatine bidestxistin, qaşo leşkerên rejîma îşxalker a sîyonîst li bajaroka Huwwaraya ku girêdayê Nablusêye re xanîyekî dorpêç kirin û gule li mirovên ku di hindir de ne reşandin.

Di êrîşê de 2 ciwanên Filistînî şehîd bûn.

Rejîma sîyonîst xeyn ji vê wehşîtîyê doh jî li nêzê gundê Şûfeya bajara Tulkeremê 2 Filistînîyan şehîd kiribû.

Hatibû îfadekirin ku navê şehîdan Abdurrahman Faris Muhammed Atayê 23 salî û Huzeyfe Admam Muhammed Farisê 27 salî bûye.

Rejima sîyonîst daxuyandibû ku ew di êrîşa ku li Kampa Balatayê kiribûn de jî 3 Filistînîyan birîndar kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir