• DOLAR 32.355
  • EURO 34.858
  • ALTIN 2389.954
  • ...
130 mêşin di axûrê de telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 130 mêşinên aîdê Ersoy O.yê ku li gundê Qasimogluyê dijî, ji ber sedemeke nediyar mirin.

Ersoy Oyê ku di seatên serê sibehê de ji bona heywanên xwe biçêrîne ketîye axûrê dît ku piranîya heywanên wî li erdê ne û hinekên wan jî dipirpitin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme  Midûrtîya Daristan û Çandinî ya navçe hatin sewqkirin.

Ekîbên ku li cîhê bûyerê lêkolînan kirin, tespîtkirin ku ji 157 mêşinan 130yên wan telef bûne.

Mêşinên ku telef bûne, ji teref ekîbên şaredarîyê ve hatin kirin axê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir