• DOLAR 32.29
  • EURO 34.845
  • ALTIN 2408.17
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ji bo malbatên mihtac kermesê lidardixe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatên Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ji bo malbatên mihtac berdewam dike.

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ku ji bo mihtacan fealîyetên alîkarîyê dike, armanc dike ku ew bi vê kermesa ku lidardixin xwe ji hezaran malbatan re bighêjînin.

Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê Abdurrahîm Karadenîz derheqê kermesê de axivî û hemû xelkê Dîyarbekirê dawetê kermesa ku wê li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê li navçeya Kayapinara Navend tê lidarxistin kir.

“Ji kermesa ku lidardixin re hemû xelkê xwe yê Dîyarbekirê dawet dikin”

Karadenîz weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê her sal di Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê de di navbera 2-8ê Cotmehê de ji bo xêra êtîm, mexdûr û bêkesan kermesek lidardixin.”

Karadenîz di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ê di kermesê de şîva malê hebe, cil û bergên zarok, jin û mêran, sol, tiştên ziccacîye, betanî, xalî, amûrên qirtasîyeyê û xwarin hebin, wî bal kişand ger ku bê xwestin ji dikandaran re jî ew ê di alîyê xwarinê de xizmeta serwîsê wê bê dayîn.

Karadenîz di axavtina xwe de weha got, “Em ji bona ku lazimatîya malbatên êtîm û mexdûran temîn bikin di navbera xêrxwaz û malbatên feqîr de daîma wezîfeya pirê dibînin û em ê ev xebatên xwe jî berdewam bikin. Me berîya mehekî dest bi xebatên ev kermesê kir. Em çûn dikandarên xwe gerîyan û Xwedê ji wan razî be ew jî ji me re alîkarîyê kirin.”

Karadenîz di dawîya axavtina xwe de hemû xelkê Dîyarbekirê gazî kermesê kir, “Me niha kermesa xwe vekirîye û standên xwe danîne. Xêrxwaz û dildarên me ji me re alîkîarîyê kirin. Em hemû xelkê xwe yê Dîyarbekirê gazî kermesa xwe ya ku di navbera 2-8ê Cotmehê de tertîp bikin dikin. Ji niha ve Xwedê xêra xêrxwazên ku ji kermesê re alîkarîyê bikin razî be. Rebbê min bila xêra wan qebûl bike.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir