• DOLAR 32.303
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2409.549
  • ...
Li Meksîkayê bana dêrê hilweşîya: 7 mirî, 30 kes di bin kavilan de man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji ajansên mehellî hatine bidestxistin, bana Dêra Santa Cruz a ku li Ciudad Maderoyê ye hilweşîya. Di encamê de li gorî diyarîyên ewil, 7 kesan mirin, 40 kesan birîndar bûn, 30 kesan jî di bin kavilan de asê man.

Polêsê wîlayeta Tamaulipasê got di dêrê de nêzê 100 kesan hebûne.

Xebatên ku mirovên di bin kavilan de asê mane bên derxistin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir