• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Di şewata ku li depoya sotemenîya qaçax ya li Benînê pêk hat de 35 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li bajaroka Ouemeya ku li nêzê sînora Nîjeryayê ye pêk hat.

Li gorî medyaya welat, di dema valakirina depoya sotemenîyê a qaçax de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket.

Wezareta Ewlehî ya Raya Giştî û Karên Hindir yê Benînê, daxuyand ku di şewatê de herî kêm 35 kesan mirine û ji dehan zêdetir mirov jî giran birîndar bûne. Li gorî medyaya welat herî kêm 20 kesan birîndar bûne, gelek wesayît jî şewitîne.

Hat destnîşankirin ku ekîbên îtfaîyeyê li cîhê bûyerê midexeleyan dikin û derheqê bûyerê de tehqîqateke mezin hatîye destpêkirin.

Li Benînê sotemenîya qaçax, ji Nîjeryaya ku li wê derê sotemenî gelek erzane ye tê anîtin. Sotemenîya ku di kolan û gundên Benînê de tênê firotan jî piranîya wî li Nîjeryayê tê anîtin. Ev bazirganîya ku qezenceke mezin dihêle ji ber veşartinê a di cîhên xerab de rîskên mezin yên ewakî rûdidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir