Wê li 3 herêmên Tirkîyê toz bibare
Tê texmînkirin ku li herêmên Başûrê Rojhilat, Marmara û Egeyê toz bibare.
![Wê li 3 herêmên Tirkîyê toz bibare](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/TVa-GYt1w8fDEkJB2J7dSsCsaI0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/38/we-li-3-heremen-tirkiye-toz-bibare-95f86500.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî nirxandinên dawî ku hatin kirin ew ê li herêmên Başûrê Rojhilat, Marmara û Egeyê toza ji alîyê Sûrîyê, Iraq û Efrîqaya Bakur ve were wê bibare û ev rewş jî 3 roj berdewam bike.
Tê îfadekirin toza ku ji Efrîqaya Bakur were ew ê Behra Spî derbas bike û wê li Yewnanistan, qeraxa Egeyê û Marmarayê tesîrdar bibe.
Derheqê vê bûyerê de bal hat kişandin û hişyarî hat dayîn ku ew ê di wan rojan de di trafîkê de zehmetî bê kişandin, dûrahîya dîtinê wê kêm bibe û ew ê qelîteya hewayê jî bikeve. (ÎLKHA)