Li Çînê bahoz: 5 mirî
Li wîlayeta Jiangsuya Çînê bahozek tesîrdar bû, di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.
![Li Çînê bahoz: 5 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/DLgUkzjvUSuKDhDJ90NPKvIQRME=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/38/li-cine-bahoz-5-miri-fd8b54ad.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li herêmên Daxing û Nancaiya bajara Suqiana ku girêdayê wîlayeta Jiangsuyê ye ne bahozek tesîrdar bû.
Ji ber bahozê 1 hezar û 646 xanî zerarê dîtin, 137 xanî bi temamî xera bûn û erdên çandinîyê jî zerarê dîtin.
Hat destnîşankirin ku heta niha 5,5 hezar mirov ji bahozê tesîrdar bûn, 5 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)