• DOLAR 32.909
  • EURO 35.368
  • ALTIN 2462.688
  • ...
Karwana Hêvîyê li Efxenistanê ji xwendekarên medreseyê re şîva germ belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwanê Hêvîyê li Efxenistanê alîkarîyên xwe didomîne. Rayedarên Weqfê li Efxanistanê di roja sêyem de jî xebatên belavkirina zexîre, pere, qirtasîye û şîva germ lidarxist.

Rayedarên weqfê di Medreseya Siddiqîyeya ku 60 kîlometre dûrê Kabîlê ye de ji 700î zêdetir xwendekarên medreseyê re şîva germ belav kir. Ew daxuyandin ku wê alîkarîyên xwe bidomînin.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran û lijneya bi wî re ku li Kabîlê ne, ji xwendekarên medreseyê re alîkarîyan dikin.

Kurtaran, “Îro ev bû roja sêyem e ku li Efxenistanê ne. Em zîyaretên xwe yên medreseyê didomînin. Em îro li Medreseya Siddîqîyeya ku 60 kîlometre dûrê Kabîlê ye ne. Li vê derê 700 xwendekarên êtîm hene ku perwerdehîyê dibînin. Em wek Karwanê Hêvîyê, bi desteka xêrxwazên xwe ji xwendekaran re şîva germ belav kir. Bi rastî jî ev der cîheke ku mirovan tesîrdar dike ye. Lazimatîya birayên me yên li vê derê hene. Bi bexşên birayên me yên li Tirkîyeyê îro ji bo van telebeyan bû rojekî wek îdê. Xwedê ji hemû xêrxwazên me razî be.” (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir