• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Karwana Hêvîyê li Efxenistanê ji xwendekarên medreseyê re şîva germ belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya ku ji bona hinek fealîyetên vekirin û temel avêtinê çûbû Kabîla paytexta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Weqfa ku li vê derê dest bi fealîyetan kir, ji zarokên ku di Navenda terbîye û Talîmê (Medresetûl Kelam) de perwerdehîyê dibînin re şîva germ belav kir.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derheqê xebatan de agahîyan da.

Kurtaran weha got: “Ew ê bi alîkarîya xêrxwazên me belavkirina me ya şîva germ berdewam bike. Doh jî me di medreseyan de ji xwendekar û malbatên wan re kolîyên xwarinê belav kiribû. Niha jî em di êtîmxaneyê de ji birayên xwe yên êtîm re şîva germ belav dikin. Bila Rebbê min ji xêrxwazên me razî be. Bi taybetî pirsgirêkên medrese û êtîmxaneyan di warê zexîreyê de heye. Em ji bona ku van pirsgirêkan ji holê rabikin çi ji destê me tê em dikin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir