Rejima îşxalker a sîyonîst êrîşî Filistînîyan kir: 5 birîndar
Rejima îşxalker êrîşî Mescîdî Eqsayê kir, di encama êrîşê de 5 Filistînî birîndar bûn. Êrîşa îşxalkeran berdewam dike.
Şênîyên Cihûyî, di bin parstina leşkerên îşxalkeran de êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin.
Filistînîyên ku ji êrîşan re astengîyê derxistin dûçarê êrîşî Cihûyîyan bûn.
Di encama êrîşên ku bi guleyên rastî û plastîkî ve hatin kirin de 5 Filistînî birîndar bûn. Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin, di encama midexeleya rejima îşxalkeran de 5 Filistînî ji cîhên cuda birîndar bûn.
Hat diyarkirin du endamên çapemenîyê jî di êrîşê de birîndar bûn. (ÎLKHA)