• DOLAR 32.284
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2410.889
  • ...
Li Wanê otobûs gêrê şerempolê bû: 5 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama qezayê de 5 koçber canê xwe ji dest dan, 7 endamên ewlehîyê, 2 şofêr û 21 koçber jî birîndar bûn.

Ji teref Walîtîya Wanê ve derheqê bûyerê de daxuyanî hat dayîn û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 7 endamên me yên ewlehîyê, 2 şofêr, 26 koçber birîndar bûne. Birîndar ji nexweşxaneyên derdorê re hatine sewqkirin. Tedawîyên birîndaran li nexweşxaneyê berdewam dike. Derheqê bûyerê de ji teref Walîtîya me ve tehqîqata îdarî hatîye destpêkirin, tehqîqata edlî jî berdewam dike. Em ji bo wefatîyan re daxwazîya rehmê dikin, ji bo birîndaran jî daxwazîya lezgîn dikin. Tedawîya 11 birîndaran jî hêj berdewam dike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir