Nîqaşên derbarê mulaqatê de
Wezîrê perwerdehîyê yusuf tekîn de rbarê mulaqatên mamostetîyê de destnîşan kir, di tayînan de ji sedî 50 kpss û ji sedî 50 mulaqat tesîrdar be û ji bo tayînkirina mamosteyan ew ê li 30 bajaran navendên mulaqatê bê damezrandin.
![Nîqaşên derbarê mulaqatê de](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/zwsqYTn75a-REMMQfrzl2-uChe4=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/37/niqasen-derbare-mulaqate-de-73286bd9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehîyê derheqê nîqaşên mulaqatê de daxuyanîyeke nû da.
Tekînê ku beşdarî bernameyeke televîzyonê bû got: “Mamosteyên me li gor sîstema mewcûd bi pûanên KPSS û bi mulaqatê tên girtin. Mamoste a niha bi skorên mulaqatê ya ji sedî 100 tên girtin. Ji ber vê yekê em dixwazin sîstemê bikin 50 û 50. Yanî em dixwazin di tayînan de ji sedî 50 KPSS û ji sedî 50 mulaqat tesîrdar be.”
Wezîr Tekîn di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ew ê li 30 bajaran navendên mulaqatê jî bidamezrînin û wiha got: “Ew ê li 30 bajarên mezin mulaqat bên kirin. Em ê di mulaqatê de ji mamosteyan re bibêjin dersê bidin me. Me ji bo her mamosteyekî xwe pirsên cuda li ser sîstema elektronîk amade kir. Em ê bi van pirsan qabilîyeta wî biceribînin. Kesê namzed di mulaqatê de çi gotibe ew ê karibe wan not bistîne û teslîmî me bikî. Em ji pêşnîyaran re vekirîne da ku ev sîstem pêşve biçe.”(ÎLKHA)