• DOLAR 32.379
  • EURO 34.84
  • ALTIN 2397.701
  • ...
Ji bo kesên ku li Lîbyayê di lehiyê de canê xwe ji dest dane 3 roj şîn hat ragihandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya xwe ya derbarê lehiyê de ku bandoreke neyînî li welat kiriye, Dîbeybe diyar kir ku ji bo alîkariya kesên ku ji ber lehiyê zerar dîtine ew tedbîrên pêwîst digirin berdewam dikin û daxwaz ji hemû berpirs û wezîran kir ku rewşa navçeyên Rojhilatê binirxînin.

Dîbeybe diyar kir ku ji bo hemû îmkanên pêwîst bikar bînin telîmat dane sazî û rêxistinên dewletê û diyar kir ku li welat 3 roj şîn hatiye îlankirin û al wê nîvê daliqandî bin.

Di lehiya ku ji ber bahoza Danîel ku li Behra Spî ya Navîn a li rojhilatê Lîbyayê bi bandor bû de 20 kesan canê xwe ji dest dan.

Şert û mercên nebaş ên hewayê li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derne yên Lîbyayê jî tesîrdar bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir