• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Cûntaya Nîjerê: Fransa midexeleya leşkerî plan dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Leşkerên ku li Nîjerê bi derbeyê hatin ser desthilatdariyê, Fransa bi plansaziya destwerdana li welat sûcdar kir.

Rayedarên cûntayê ji televizyona neteweyî re axivîn û diyar kirin ku Fransa ji bo amadekariya êrîşa li dijî Nîjerê şandina hêzên xwe li hin welatên ECOWAS ên Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê didomîne.

Rayedar îddia kir ku ev planên destwerdanê bi hevkariya ECOWASê hatine kirin.

Di dawiya Tîrmehê de, komek ji endamên leşkerî yên pasewanên serokatiyê li Nîjerê serî hilda û desteserkirina Serok Mihemed Bazûm ragihand. Derbekaran Konseya Neteweyî ya Rizgariya Welat, bi serokatiya fermandarê cerdevanan Abdurahman Tchiani, ji bo birêvebirina welat ava kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir