• DOLAR 32.412
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2403.599
  • ...
SON DAKİKA
Alîkarê Serokkomar Yilmaz: Em ê wê Bankeya Ciwanî û Malbatê ava bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz beşdarî 'Civîna Cihana Karsaziya Trabzonê' ya ku li Midûriyeta Herêma 22yemîn a DSÎ ya Trabzonê hat lidarxistin bû û ji bo hinek çavdêriyan bike hatibû.

Yilmaz diyar kir ku xebatên Bankeya Ciwanî û Malbatê gihandine merheleyekî û weha got: “Hûn li Deryaya Reş lêgerîna gaz û petrolê û derfetên nû dizanin. Di van mijaran de jî me pêşketineke girîng bi dest xistiye. Di vê çarçoveyê de armanca me avakirina Bankeya Ciwanî û Malbatê ye. Ev yek ji sozên me yên hilbijartinê bû. Me jî li ser vê mijarê dest bi xebatê kir. Me bi talîmatên Serokê xwe dest bi xebatê kir. Me ew aniye merheleyekî. Dema ku me ew teze kir, emê di dema nû de pêşnûmeya xwe pêşkêşî parlamentoya xwe bikin. Em ê Bankeya Ciwanî û Malbatê ava bikin. Û em ê vê gav bi gav bi tesîrdar bikin. Em ê , bi rêjeyek diyarkirî ya dahata gaza xwezayî, neft û kanzayan veguhezînin vê bankê ji hevjînên ku nû zewicî ne re piştgirî bidin. Di pêşerojê de, belkî em ê derfetan bikolin da ku ji vir bêtir piştgirî bidin karsazên ciwan." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir