• DOLAR 34.089
  • EURO 38.101
  • ALTIN 2834.938
  • ...
Li Dîyarbekirê di navbera du malbatan de şerê avê: Mirîyek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di 5ê Îlonê de li gundê Fişatê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Î.A. yê (28) ku ji gundê Berbûşa Farqînê ji bona ku bi tankêrê avê bîne çûye gundê Fişata Navçeya Hezroyê, ji teref gundîyan ve pêşîya wî hat girtin û dûçarê êrîşa çekdarî bû.

Î.A.yê ku ji Nexweşxaneya Dewleta Sîlvan Dr. Yusuf Azîzogluyê re hat rakirin, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Piştî otopsîya ku hat kirin cenazeya Î.A. li gundê Berbuşê hat definkirin.

Di encama tehqîqata ku hat kirin de 5 kes hatin binçavkirin.

Ji şikdaran R.E. û S.E. hatin girtin û ji hefsê re hatin şîyandin.

C.E., K.E. û H.E. jî bi kontrola edlî hatin berdan. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir