• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî li Edeneyê ji zarokên erdhejzedeyan re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tamsîlkarîya Tirkîyeyê a Ewrupa Yetîm Elîyê ku navenda wî li Ewrupayê ye, ji malbatên mihtac û hewcedar re alîkarîya çente û amûrên qirtasîyeyê kir.

Temsîlkarê Tirkîyeyê ya Ewrupa Yetîm Elîyê Mehmet Nurullah Gunaydin ji xêrxwazan re teşekur kir û got ku ew ê alîkarîyên wan yên li herêma erdhejê berdewam bike.

“Me ji birayên xwe yên xwendekar ên erdhejzedeyan re alîkarîya qirtasîyeyê kir”

Gunaydin weha axivî, “Di çarçoveya perwerdehî û hînkirina sala 2023-2024an de niha me ji birayên xwe yên erdhejzedeyan re alîkarîya qirtasîyeyê kir. Înşaallah me bi Edeneyê dest pê kir, lê piştî li vê derê jî em ê li Hetay û Entabê jî van alîkarîyên xwe berdewam bikin.”

“Li çar alîyê dinyayê xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin”

Gunaydin di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku ew xwendekaran li gorî dibistana pêşîn, dibistana navîn û lîseyê kategorî kirine û dûre weha got, “Me li gorî vê kategorîyê amûran stand û ji zarokan re hedîye kir. Em wek Ewrupa Yetîm Elîyê, li çar alîyê dinyayê xebatên xwe didomînin. Van xebatan jî bi alîkarîya xêrwxazan tê kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku bira xêrxwazên me, me tenê nehêlin.” (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir