• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Berdevê HUDA PARê Emîroglu: Li Rojavayê neyartîya Îslamê bûye wek polîtîkayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevê HUDA PARê Yunus Emîroglu di Navenda Giştî ya HUDA PARê de bi çapemenîyê re hat cem hev, derheqê rojeva hindir û derveyê welat de nirxandinan kir.

Emîroglu di nirxandina xwe de derheqê; rakirina sîstema mulaqatê, pirsgirêkên ku di navbeynkarîya di dozên hevberdanê de û pirsgirêka temînkirina dermanê de, qetlîamên rejima îşxalker ya ku li Filistînê dike û êrîşên li dijî Quranê tên kirin de nerînên partîya xwe belav kir.

Emîroglu weha got, “Qetlîam û cînayetên rejima îşxalker a sîyonîst ya li Filistînê roj bi roj zêde dibe û berdewam dike. Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), daxuyand ku rejima sîyonîst ji serê salê vir ve 172 Filistînîyan qetil kirîye û ev reqem reqema sala 2022yan a ku 155 Filistînî hatibûn qetilkirin derbas kirîye. Di raporê de hat îfadekirin ku sîyonîstan ji serê salê vir ve, di sala 1995an de li Şerîaya Rojava ya ku bi hesaba bi ‘Peymana Osloya Duyemîn’ ji Filistînê re hatibû hêştin 7 hezar û 372 Filistînyan birîndar kirin, li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojavayê jî 780 xanîyan xera kirin. Wezîfeya Neteweyên Yekbûyî lênihêrtina qetlîaman û jimartina mirovên ku hatine qetilkirin nîne. Divê Neteweyên Yekbûyî sazîyên navneteweyî, xesseten Tirkîye û welatên dinê yên Îslamî, gavên li ber çavan a ku van qetlîam û îşxalê bide sekinandin bavêjin û vê wehşetê jî bidin sekinandin.”

“Êrîşên li dijî Qurana Pîroz tênê kirin”

Emîroglu di dawîya axavtina xwe de derheqê êrîşên ku li Qurana Pîroz tênê kirin de jî axivî û weha got:

“Li welatên Rojavayê wek Swêd û Danîmarkayê êrîşên gemar ên ji nirxên Îslamê re tênê kirin berdewam dikin. Êrîşên ku ji teref rayedaran ve îzîn tê dayîn û di bin parastina polêsan de tênê kirin, nîşan dide ku li Rojavayê neyartîya Îslamê bûye wek polîtîkayê. Mixabin alema Îslamê ji van êrîşên provokatîf re bertekeke hewce nedaye. Divê Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji mîsyona xwe ya ku hatîye sazkirin re vegere û li dijî van êrîşên gemar hereketê bike. Êrîşên ku ji nirxên me yên dînî re tênê kirin, divê bi bertekên ziwa neynê derbaskirin, hetanî ku ji bona van êrîşan astengîyekî qanûnî bê kirin ambargoyeke dîplomatîkî  bê kirin. Bertekên ku ji ev êrîşên ku ji aştî û hizûrê re wek sûîqestekî ye re bên dayîn gelek muhîm e. Gerek wan neyarên Îslamê ji êrîşên ewakî re cardin nikaribin cesaretê nîşan bidin, divê ew ji hemû teşebûsên ku bertekên Îslamê li ser serê xwe kom bike mitleqe dûr bên xistin. Sekina Tirkîyê jî di alîyê pêxîmkerîyê de gelek muhîm e. Endamtîya Swêdê a ji NATOyê re ku ew ji êrîşên Îslamê re çavên xwe digre, hetta ji wan êrîşan re alîkarîyê dide bi dengdayîna ku di Meclîsê bê kirin de bê redkirin. Her tawîza ku ji bireveberîyên ku nirxên Îslamê hedef digrin re bên dayîn, ew ê van êrîşan zêdetir bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir