• DOLAR 32.569
  • EURO 35.33
  • ALTIN 2467.614
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç, li Edeneyê zîyaretan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Faruk Dînçê ji bona ku beşdarî Kongreya Yuregîra Edeneyê bibe hatibû Edeneyê, Walîyê Edeneyê Yavuz Selîm Koşger, Serokê Şaredarîya Yuregîr û Midurtîya Bajar a Spor ya Ciwanîyê Mehmet Fatîh Kocaîspîrê di meqamê wan de zîyaret kir.

Di zîyaretê re bi tevî Faruk Dînçê Serokê Bajara Edeneyê ya HUDA PARê Salîh Demîr û Serokên Navçeyan jî hevaltîyê kirin.

Hevdîtina ku nêzê seatekî berdewam kir ji çapemenîyê re girtî hat kirin.

Dînç dûre jî Serokê Şaredarîya Yuregîrê Mehmet Fatîh Kocaîspîr zîyaret kir.

Di hevdîtinê de derheqê xizmetên ku tênê kirin û xizmetên ku hewcene de gotûbejan kirin.

Kocaîspîrê ku ji ber zîyaretê kêfxweşîya xwe anît ziman, ji HUDA PARê re jî ji ber xebatên wî yên di pêvajoya hilbijartinê de tebrîk kir.

Kocaîspîr ji ber şehîdbûna Şehîd Sacît Pîşgîn şîna xwe teqdîm kir û ji Salîh Demîrê ku di êrîşê de birîndar bûre jî daxwazîyên xwe yên derbasîyê teqdîm kir.

Hat hînbûn ku ew ê Dînç zîyaretên xwe berdewam bike. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir