• DOLAR 32.395
  • EURO 34.805
  • ALTIN 2395.786
  • ...
Ji Sûrîyê daxuyanîya Tirkîyê: Rêyeke tenê heye ku ji berê re bê vegerandin ew jî derketina Tirkîyê a ji axên me ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Feysal Mîqdad, di Konferansa Derasayîya 50emîn a Federasyona Sazîyên Ereb ya Welatên Amerîkaya Latîn de axivî.

Mîqdadê ku di bernameya li Zanîngeha Şamê de axivî weha got, “Ew ê îşxala Tirkîyê a li bakurê Sûrîyê dawî bibe û Tirkîye, zane ji bona ku minasebetên herdu welatan wek berê bibe divê ew ji bakurê Sûrîyê vekişe.”

Mîqdad, îfade kir ku Emrîqaya îşxalker “Bakur Rojhilatê Sûrîyê îşxal kirîye, dewlemendîya Sûrîyê talan dike û ji komên terorê re alîkarîyê dide.”

Beşar Esad jî di roportaja ku di meha Tebaxê de dabû de, derheqê hevdîtina ku bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bê kirin de balan kişand û weha got, “Armanca me vekişîna Tirkîyê a ji axên Sûrîyê ye, armanca Erdogan jî îşxalkirina Tirkîyê a Sûrîyê meşrûkirin e. Çima ez ê bi Erdogan re werim cem hev? Ji bona ku bi hev re çend tiştan vebixin? Sedema terora li Sûrîyê ji ber Tirkîyê ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir