• DOLAR 32.298
  • EURO 34.787
  • ALTIN 2415.406
  • ...
Wesayîta di temîrxaneyê de şewitî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şewat, di derdorê seat 15.00an de di temîrxaneyekî li Kolana 3yem a Ceddeya Akkoyonluya ofîsa Yenîşehîrê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku plaqeya wê nehat hînbûn, ji bona ku bê temîrkirin ji temîrxaneyê re hat anîtin.

Di dema xebata li ser wesayîtê de di alîyê depoya wesayîtê de ji nişka ve şewat derket. Ji ber benzîna ku di depoyê de hebû şewat mezin bû û li hemû dikanê belav bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di bûyera şewata ku xebatkarên dikanê jî birîndar bûn de di wesayît û dikanê de zerareke mezin pêk hat.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir