Li Hîndistanê di nav trênê de tûp teqîya: 9 mirî, 20 birîndar
Li îstasyona Maduraiya wîlayeta Tamil Naduyê di encama teqîna tûpa ji bo ku qehwe bê çêkirin hatibû pêxistin de di nav trêna rêwîyan de şewat derket, di encama şewatê de 9 kesan mirin, 20 kesan jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku tûp ji teref rêwîyan ve bi qaçaxî ji nava trênê re hatîye xistin ku ew pê ji xwe re çay çêbikin û vexwin.
Ji bona ku şewat bê tefandin ji herêmê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Hat destnîşankirin ku şewat 2 seat paşê hat vemirandin.
Hat diyarkirin ku xeyn ji mirî û birîndaran 50 mirov jî bi saxîtî hatin xelaskirin. (ÎLKHA)