• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Stenbolê êrîş li polêsê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji polêsên ku li Kagitxaneyê operasyona tiryakê lidardixistin re êrîş hat kirin.

Di êrîşê de polêsek birîndar bû polêsek jî canê xwe ji dest da.

Di encama pevçûna ku pêk hat de 1 mirî, 2 birîndar 3 şikdar hatin binçavkirin.

Ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîya Walîtîyê de weha hat gotin:

“Di 25.08.2023yan de di seat 01.55an de li Taxa Hamîdîyeya navçeya Kagitxaneyê, ji teref polêsên me ve di çarçoveya sûca “Tîcaret û Îmalkirina Maddeyên Tiryakê” de ji malekî re operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de ji ekîbên me re ji hindir bi çekên mezin û demançeyan êrîş hatîye kirin. Di encama wê êrîşê de Hakan Tellî û A.Y.Ç. yên ku di operasyonê de wezîfedarin giran birîndar bûn.

Di encama midexeleya ji teref ekîbên me yên ku ji herêmê ji bo alîkarîyê çûbûn ve hat kirin de mirovê bi navê D.A. bi mirîtî, mirovê bi navê O.A. bi birîndarî û mirovên bi navê G.D., K.T. û A.A. jî bi saxîtî hatin bidestxistin.

Polêsên me yên bi navê Hakan Tellî û A.Y.Ç. ji teref ekîbên me yên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyê re hatin rakirin lê Hakan Tellî digel temamê midexeleyan şehîd ket.

Tedawîya polêsê me yê bi navê A.Y.Ç. hêj berdewam dike û tehqîqeta ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj didome.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir