Rejima sîyonîst a îşxalker Filistînîyê 17 salî şehîd kir
Rejima îşxalker, li bajara Cenîna Şerîaya Rojava Filistînîyekî yê 17 salî şehîd kir.
Rejima îşxalker, di piştî çalakîya ku li El Xelîlê û Nablusê 3 şênîyên Cihûyî hatin kuştin de êrîşê xwe yên li bajarok û gundên Filistînê didomîne. Rejima îşxalker ya ku êrîşî El Xelîl, Nablus, Cenîn, Tulkerem û Kalkîlyayê kir, di alîyekî de ciwanan desteser dike, di alîyekî de jî wan qetil dike.
Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin de Osman Ebu Herecê 17 salî di encama êrîşa îşxalkeran a li Cenînê de şehîd bû. (ÎLKHA)