• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Hawaîîyê di şewatan de ji 850 kesan xeber nayê girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî şewatên li Girava Mauîya wîlayeta Hawaîîyê, di taxên ku bûne wek xwelîyê de lêgerîna cenazeyan berdewam dike.

Serokê Şaredarîya Giravê Richard Bissen, got ku ji ber şewata ku di 8ê Tebaxê de pêk hatibû hêj ji 850 kesan xeber nayê girtin.

Bîssenê ku diyar kir di şewatê de 114 kesan mirine ji wan jî nasnameya 27 kesan hatine tespîtkirin.

Tê îfadekirin ku ji ber mezinahîya şewatê ew ê dîtina windayan û teşhîskirina wan wexteke dirêj bigre.

Li Girava Mauîyê nêzê 35 hezaran însan dijîyan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir